a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Min bihîst

Aman aman aman aman Min bihîstî de îro gidî gidyano Yekî ji xwe ra xwestî Royê sê car dilê şikestî, xafika spî Bêm deweta te jî, erke ji min çêtir bî Pîrozik û bimbarik be, li wî canî cesedî Belê mi go erke ji min pîstir bî Ez ê dinya nifira li te bikim Tê nikanî pîr î destî mêra kuştî Laşê te bihele, tu bibî komekî hestî Tu bikevî ber vî destî Aman aman aman aman aman aman şewitiyê te me berxê Şêx Bedrê mino mi go bila dil bi dil be Bila mi go tûrê parsê li mil be De bila xwarina me garis be Doşeka me erd be Balîfka me kevir be Nivîna me esman be Tavekî rehmeta Xwedê Ser serê keleşgewra dilê me hasil be Aman aman aman aman aman aman şewitiyê te me berxê

Bêjebêje © 2015-2024