a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Min gul diçinîn

Min gul diçinîn kesk û sor û zer Li ser hev danîn bi neqş û huner Stêrka şevê, ronya xwe da ser Ji wan afirand, ala şoreşger Ala me yî rengîn, kesk, sor û zer e Sê rengê şêrîn bi neqş huner e Rewşa Kurda ye, kembera zêr e Boy Kurdistanê gerdena cewher e Kurdino de rabin, gelê tekoşer Rextan girê din, bi çek û Mawîzer Welatê cîhan, xemilîn bûn bûk Kurdistana me, maye wek pepûk Xema mekişîne, dota kezîzer Dinya şiyar bû, xortê şoreşger Bûkê de rabe, xwe bide hember Ev ala rengîn ji boy te kember Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024