a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Min gulfiroşek dît

E ji xew rabûm Min gulfiroşik dî Pir gelek şa bûm Gul bi dil didî Hebûme yek dil, tev can û kul bû Nebûme bawer, can û dil didî Bazar me kir, go; ser bi ser nadim Ê gulperest bin, can û dil didin Ay dil ay dil ay dil dilo lo Te digo çi mi digo wilo lo Wext derbas bû weka do lo Heya ez heliyam lo Ay dil dilê xortanî Gelek tiştê xweş dizanî Min digo qey tu bi ziman î Lê bi kurmancî nizanî Ay dil ay dil ay dil dilo lo Te digo çi mi digo wilo lo Wext derbas bû weka do lo Heya ez heliyam lo Ay dil ay dil dilê geş Te dî gelek tiştê xweş Te yek dikir sed û şeş Xera kir kezeba reş Ay dil ay dil ay dil dilo lo Te digo çi mi digo wilo lo Wext derbas bû weka do Heya ez heliyam lo

Bêjebêje © 2015-2024