a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Nergiza Zînê

Şepal û Nêrgiza lê Zînê Qeşengî bi nazî şêrînê Hem gulî rihanî bi bîhnê Tu melhema ser birînê [x2] Dîlber were tu çi kubarî Memik ji sêvan û hinarî [x2] Nêzî min be were bi diyarî Tu weke birûsk û arî [x2] Ew dev û lêvên te yî qirmisî ne Rûkên te yî sor weke hingivî ne Nav bexçê me weke gula şîne Ber êvarê ji boyî min şêrîne [x2] Dîlber were tu çi kubarî Memik ji sêvan û hinarî [x2] Nêzî min be were bi diyarî Tu weke birûsk û arî [x2] Te hîv û roj li min kire tarî Li ser min teyrok û baran barî Çima nêzîk dibî bi dilsarî Dil û ceger şikand bi yek carî [x2] Dîlber were tu çi kubarî Memik ji sêvan û hinarî [x2] Nêzî min be were bi diyarî Tu weke birûsk û arî [x2]

Bêjebêje © 2015-2024