a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Nexweş im

Nexweş im ber serê min Rûniştiye xweşkukê Serê xwe ye gewir û boz Min daniye ser çokê (Koro) Min çavê xwe lê vekir Xwedêwo binêrim ez Birûh xwarin wek hêv in Dêm spî ne, wek rokê Min destê xwe avêtin Bejinê, birûh, enî xweş Hê çi gazinda nekir ji Maç û gezan keçkukê Mi destê xwe bir bi Xwedê Bilind kir û jê re got: Tu wê biparêzîne Her ji çavan û zarokê Gotin: Cegerxwîn Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024