a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Penaber

Karwanek wa dîsa bi rê ket Bûn wek koçeran û felaket Xeml û xêza wan karwana reşin Bi derd û kul pey hev dimeşin Penaberin penaber Wek koçera der bi der Welat welat digerin Bûne wek teyrê bêper [x2] Heywax li min, heywax li min Penaberin koçerin Heywax li min, heywax li min Wek teyrê bêperin Karwan karwanê kul û derdan Dev ji mal û milkê xwe berdan Digerin wek koçeran der bi der Rih û can û milkan tev li ser dan Penaberin penaber Wek koçera der bi der Welat welat digerin Bûne wek teyrê bêper [x2] Heywax li min, heywax li min Penaberin koçerin Heywax li min, heywax li min Wek teyrê bêperin Karwan karwanê penaberî Ronahî li wan bûye tarî Nizanî ne dikenin ya digrîn Nizanî ne saxin yan mirî Penaberin penaber Wek koçera der bi der Welat welat digerin Bûne wek teyrê bêper [x2] Heywax li min, heywax li min Penaberin koçerin Heywax li min, heywax li min Wek teyrê bêperin

Bêjebêje © 2015-2024