a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Pîroz kin sersala xwe

Va îro sersala me, herin destê dayika xwe Pîroz bikin bav û dê, bira maç kin çavê we (Koro) Bang kin pîr û girê xwe, agir dadin di nav xwe Dinê bikin kesk û zer, pîroz kin sersala xwe Sersala me roja sor, em jî bibin hêz û gor Em dijminan derînin, ala rengîn hildin jor Roja feqîr li dilan, bidin hev dest û milan Dinê tev de bibîsin ku rizgar bû Kurdistan Def û zirnê lê xînin govendê bi hev xînin Dîlana keç û xorta tev roja xwe pîroz kin

Bêjebêje © 2015-2024