Aram Tigran
Porzerîna Min
Porzerîna min can, çavê te mercan
We(z) ji te re heyran oy yeman yeman
Îşev esman sayî ye, hîva mino daniye
Wan çavên te yî mizgînî ji mi re xeber aniye
Sibe ye tavê dayê çavzerê çima nayê
Wan çavê wê(î) kilkirî, nadim malê dinyayê
Îro dinya çi xweş e, dilê mi ji te re geş e
Derê were ji malê, hûrik hûrik bimeşe