a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Qîmet

Aftîn ne dûrî mi bûya Bêdil destûrî mi bûya Şarê xwe singa mi bûya Elo xezûrê mi bûya Neptîn dûrdûrî te bûya Dûrdûr dembûrî te bûya Ala tembûrê te bûya Bê dil destûrî me bûya Aftîn ne dûrî mi bûya Bêdil destûrî mi bûya Şarê xwe singa mi bûya Elo xezûrê mi bûya Aftîn li mala mi bûya Heftî helala mi bûya Zend li ber pala mi bûya Û galegala mi bûya Aftîn ne dûrî mi bûya Bêdil destûrî mi bûya Şarê xwe singa mi bûya Elo xezûrê mi bûya Neptîn ne li mala mi bûya Ne galegala te bûya Xem û xeyala te bûya Hazir helala me bûya Aftîn ne dûrî mi bûya Bêdil destûrî mi bûya Şarê xwe singa mi bûya Elo xezûrê mi bûya Aftîn li ber qîma mi bûya Xanim xelîma mi bûya Kul û birîna mi bûya Car û hekîma mi bûya Aftîn ne dûrî mi bûya Bêdil destûrî mi bûya Şarê xwe singa mi bûya Elo xezûrê mi bûya Neptîn ne qîma te bûya Xerîv xanima te bûya Kul û birîna te bûya Car û hekî ma mi bûya Aftîn ne dûrî mi bûya Bêdil destûrî mi bûya Şarê xwe singa mi bûya Elo xezûrê mi bûya Gotin: Ferîkê Ûsiv Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024