a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Qîzka delal

Qîzika delal çi rûniştî tu melûl Ax sazê xwe te daniye ji xwe dûr Difikirî benz xweş nabe tu dexûr Bijê çima hubê ra tu bûyî qûl Wisa nenêr wisa nenêr tu li min Bêdû bêdû dişewite dilkê min Ji awirê te ji awirê te qîzika baş Dilê min î, dilkê min î tim nexweş Bêje çend in dax merema dilê te Eger zaf e, pir giran e derdê te Ax bira bibêje bilorîne sazê te Boy çi bedew, ax melûl e dilê te Bila bibêje bilorîne sazê(a) te Boy çi delal, ax melûl e dilê te Bila bibêje bilorîne sazê(a) te Wan awirê xwe, wan awirê xwe bîr bike Baqê gula, baqêt gula çê bike Xwe helal ke xwe helal ke tu li min Bira qenc be, bira qenc be dilkê min Wisa nenêr wisa nenêr tu li min Bese êdî îşiq nema li çavê min Sêva sor î sêva sor î tu li nav rez Timê ji te timî ji te roja ez Wê saz hilda, ax saz da ber singê xwe Ser saz hejand tiliyê nazile şûşe Bû zingîna saz destê nazike Ez bêsewda çûm rûniştim kêlekê Ew zivirî ax wê berê xwe da min Go pey hubê re nikarim ne zar im Min dûr here tu min tenê bihêle Dilê min ê hela zaf ê binale Gotin û Muzîk: Paşayê Efo

Bêjebêje © 2015-2024