a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Rabin

Rabe xortê Kurdan rabe Rabe ji xew zû şiyar be Xew ji me re nabe Paldan tim xirab e Tim û tim şiyar be Rabe dakeve nav gundan Rabe bibêje hemû Kurdan Rabine ser lingan Dest bavêjin tifingan Êriş bikin bi dengan Rabe xortê Kurdistanê Rabe çeleng û cîhanê Çima mal de mayî? Her demê paldayî Tu şêrê Kurda yî Rabin pêşmergê me hatin Rabin bi xemil û xelat in Li serê çiya ne, pêşiya dijminan e Dikin toz û dûman e Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024