Aram Tigran
Rihê
Lê lê rihê, rihê minî
Tu şêrîka emrê minî
Tu şêlika mala minî rihê min
Tu şêrîka emrê minî
Tu şêlika mala minî rihê min
Bişev biroj ez xew nakim
Qeymiş nabim te şîyar bikim
Ji eyb û şerman wez dey nakim rihê min
Qeymiş nabim te şîyar bikim
Ji eyb û şerman wez dey nakim rihê min
Lê lê rihê, rihê minî
Avê binê, wezî tî me, tu nan pêjî
wez birçî me, rihê min
Avê binê, wezî tî me, tu nan pêjî
wez birçî me, rihê min
Lê lê rihê, rihê minî
Tu kevoka ser hêlînê
Kela kela vê havînê rihê min
Tu kevoka ser hêlînê
Kela kela vê havînê rihê min
Lê lê rihê, xew şêrîne
Eşqa dilan tim qewîne
Xewa giran direvîne, rihê min
Eşqa dilan pir qewîne
Xewa giran direvîne, rihê min