a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Sarîna min

Sarîna min zêrîna min Megirî dayik bi heyranê Razê boy zû mezin bibî Kalo te bibe seyranê Xezalokê delalokê Emirê wê bû çil rokê Şîr û şekirê li ser nokê Şirînê şemamokê Sarîna min keça bavê Bi heyrana wê çavê Helal kin bi mêron û avê Lê bimbarek kin wê navê Sarîn keça Ermeniya Fêkiyê sêv hirmiya Gulçîçeka li dor kaniya Hingiv qaymaxê miya Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024