a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Şehîd Firat

Dema we xweş be gelî Kurda. Îro hêviyekê di kûrahiya dilê we de ronahî daye. Ev ronahî ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelên bindestên herêmê, bûye hêviya serkeftinê. Eger îro gelê Kurdistanê di serhildana Amedê de bi sedhezaran rabibin piyan, xwedî li şehîdê xwe derketibe, rastiyekê datîne ber çavan: Belê ev rastî çirandina kefen e, şikandina zincîrên koledariyê ye, mizgîniya azadî û serxwebûna Kurdistan e Gelî Kurdan îro dilê we bi soz e, dilê min jî bi we re disoje. We mêrxas û rewşenbîrekî mîna Vedat Aydin di serhildana Amedê de şehîd da, lê bizanibin bedela Kurdistana şêrîn xwîna gelek Vedatan dixwaze Ez jî vê kaseta xwe bi hêviya serhildanên nû diyarî gelê Kurdistan û şervanên azadî û serxwebûnê dikim Kela Derzin nav dara ye Geliyê Bitlîs jê xuya ye Heval Firat şehîd ketiye Mektûba wî di xwînê de maye Heval Firat tu ciwan î Tu fêrs û pehlewan î Pêşmergeyê qomandan î Rewşa xortê şoreşvan î Heval Firat canfeda ye Beriya teva hêriş daye Dar û devî, kuçik kevir Li şerê wî ecêb maye Kela Derzin bi dar û bi birin Pêşmergê Kurd lê digerin Heval Firat dikir qêrîn: Ya azadî ya jî mirin Ya serxwebûn ya jî mirin Gotin: Maşallah Öztürk(Maşellah Xoce) Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024