a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Şehîdan

Hey wax li min hey wax li min lê lê dayê Çi dewranek xirab hat ser vê dinyayê Soz û qirarê felekê li pey me nayê Kula şehîdan ji dilê me dernayê Hey wax li min wax van şehîdan wax Hey wax li min wax van egîdan wax Şêrê Kurdan wax, derdê giran wax Şehîd ketin wax, xwîna xwe dan wax Rabe lawo şerê giran tu bibîne Mawîzêriya bavê xwe ji xorcê derîne Dilê dayika te kurê min kulbirîn e Rabe lawo heyfa bavo tu hilîne Rabe lawo rabe rabe, şer e şer e Roma Reş xayîn kafir î bi gef û gor e Şer qewimiye lawo rabe feyde nake Rabe pişta xwe girê de rext û fîşek e Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024