a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Ser govendê milanî

Ser govendê milanî Lawino lêxin eranî Tu ruh î ruh î can î Te zû kêfa mi anî Vî erdî vî esmanî Çil hêstirê qeremanî Sed kîs perê siltanî Min qelenê te anî Ser govendê milanî Lawino lêxin eranî Tu ruh î ruh î can î Te zû kêfa mi anî Govend mala bava ye Serê govend zava ye Govend heqê zava ye Ev qa qelen pê daye. Ser govendê milanî Lawino lêxin eranî Tu ruh î ruh î can î Te zû kêfa mi anî Govend lêxist lemelem e Kirasê bûkê felem e Zava gelek bê xem e Bûk êvarê li cem e Ser govendê milanî Lawino lêxin eranî Tu ruh î ruh î can î Te zû kêfa mi anî Çi govendek bi deng e Kirasê bûkê heftreng e Bûkê derxin dereng e Bîna zavê zef teng e Ser govendê milanî Lawino lêxin eranî Tu ruh î ruh î can î Te zû kêfa mi anî Gotin: Dîkran Melîkyan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024