a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Şev çû

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû Rabe pey kev ay dil zû wî werîne Tez biriştim ay dil îşev çima çû Şev çû ma tu êdî hew têyî lo Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo Xanî buye zindan, tê de renazêm Tev seher qîr û nalîn tew tê lo Te ji min dil bir carek min ji ter nedgo na Te rû kûl kir carek min ji ter nedgo na Çima îro tu ji min xeyidî ye Te bi min çi dikir carek min ji ter nedgo na Şev çû ma tu êdî hew têyî lo Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo Xanî buye zindan, tê de renazêm Tev seher qîr û nalîn tew tê lo Ay dil ay ma kes nîne mîna wê (na welle) Tu ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî Ax dema dest wê li bin serê min Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî Şev çû ma tu êdî hew têyî lo Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo Xanî buye zindan, tê de renazêm Tev seher qîr û nalîn tew tê lo Dilê min jî te dixwazê bibîne Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne Çima roja eşqa hevqa kin bûne Lê ev şîna diljî her tim namîne Şev çû ma tu êdî hew têyî lo Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo Xanî buye zindan, tê de renazêm Tev seher qîr û nalîn tew tê lo

Bêjebêje © 2015-2024