a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Şeva tarî

Şev û tarî nîvê şevê xewa şêrîn Vê zalimê çima nayê, dilê mi kir birîn Ew hesreta nav dilê mi da, tev bû girîn Ji girîna çavê min werimîn Heya kengî bikim gazî û bibêjim Derdê nava dilê xwe jê re birêjim Îsal pê da, serî li min gerandiye, kerr û gêj im Vê zalimê çima nayê jê re bêjim? Vê zalimê çima nayê mi bibîne Kelekî xwêdanê min dibe û yek tîne Rêka min dûr e, çavê min wî(ê) nabîne Dilê mi jê re bi kul û birîn e Keçê çima tu bêdeng î tu bêhiss î Çi zalim î, çima tu min napirsî? Herê Wileh îro bi ro(bi roj) te canê mi heland Dil û cegera min hebû, te helisî Gotin: Dîkran Melîkyan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024