a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Siya darê

Çûm siya darê, min dî yek li wir Bejina wê bilind, rû bi ken û gul Min silav lê da, nego li ser dil Û ket riya xwe, da min derd û kul Şeilûl derd anî, şûr li hev anî Li ser tala dar yara te kanî? Tu wê çi bikî yar, ku tune be war Ey feqîrê min, here bike kar Çi dixwazî ji dil, derdan dikî kul Lê te ranakin, ew bara ser mil Te berda ew yar, megirî li bin dar Tu jî wekî min bûyî evîndar Bo yar bistînim, bikim serxwebûn Deynim sîstema azadî û hebûn Milyaran çê kim, gul û gulistan Ez û tu bijîn tev li Kurdistan Gotin: Cegerxwîn Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024