a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Taxa filah

Ne mi go ji te re, em neçin taxa van Filah Wer diyarê werdeka, wer diyarê werdeka Çavê bi kila Memkên wana sêv in, wek top û gula Wela wê ji me bibin, bîla wê ji me bibin meheba dila Çend car mi go ji te ra, em neçin taxa wan Bejina wan zirav in, bejina wan zirav in Mînanî hêlan Kenê wan dirijin, ji dev û lêvan Wilah wê ji me bibin, bîla wê ji me bibin Ax dîn û îman Hin ji wan cotecot in, hin ji wan çareçar in Hin ji wan qey bidost in, hin ji wan qey bidost in Hinek biyar in Hin ji wana rûkê wana sêva ser dar in, hin ji wan mi çinî Hişt, hin ji wan mi çinî hişt hinek mi xwarin Ax mi(n) rû kur kirin, simêla berdan Tu ji min bawer bike, tu ji min bawer bike Bike bigûman Çi dîn îman hebû ew jî min berdan Tizbiya destê min jî, tizbiya destê min jî, ma li taxa wan Ne mi go ji te re, em neçin taxa van Filah Wer diyarê werdeka, wer diyarê werdeka Çavê bi kila.. Gotin: Meleyekî Kurd li Qamişlo Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024