a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Te ez kal kirim

Te ez kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buhar çû, te payîz anî Pelê dara min te weşand Buhar çû, te payîz anî Hêviya min nema di jînê da Bê kes mame vê dinê da Gula dilê min çilmisî Qet şîn naba ji îro pêda Gula dilê min çilmisî Qet şîn naba ji îro pêda Birîn kûr e, cebar nabe Bi dermanan rehet nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku bi mirinê çare nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku bi mirinê çare nabe Hêviya min nema di jînê da Bê kes mame vê dinê da Gula dilê min çilmisî Qet şîn naba ji îro pêda Gula dilê min çilmisî Qet şîn naba ji îro pêda Te ez kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buher çû, te payîz anî Pelê dara min te weşand Buher çû, te payîz anî

Bêjebêje © 2015-2024