a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Tu kulîlk î

Tu kulîlk î, tu kulîlk î ber biharê Ber biharê vebûyî li ser singê min Ku da diçî, ku da diçî paş da were Paş da were, paş da were ax kesera dilê min Kewa dîsa, kewa dîsa hêkîn danîn Hêlên danîn ser çinara, ber xanî Bê te naçim, bê te naçim malavaya Malavaya, heram dikim eşiq û şahiya Gul vebûne, gul vebûne, hezar ewaz(awaz) Hezar kew distirê boy miraz Wez tenê me wez tenê me dilêm xem e Dilêm xem e ez heyrana meşa naz Lêvê te sor, lêvê te sor, wek qeytanî qudret, qudret gezo danî Çavê te nûr, çavê te nûr wekî cewahir, wek cewahir dilê min aniye xwar Gotin: Îşxanê Aslan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024