a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Welat

Kula dilê min welat Kesera dilê min welat Tavê avêt rohilat Wexta şixul û xebat Welat gelek şîrîn e Milet welat dihebîne Axa zîv û zerîn e Xebatê tim pêş da tîne Kula dilê min welat Kesera dilê min welat Tavê avêt rohilat Wexta şixul û xebat Welat deşt û zozan e Milet di nav da bira ne Qesr û qonax lê dane Ji bûyî emrê însan e Kula dilê min welat Kesera dilê min welat Tavê avêt rohilat Wexta şixul û xebat Welatê me zaf xweş e Şixul li ser rê ye dimeşe Dilê însan tim geş e Kêf kêfa min û Keleş e Kula dilê min welat Kesera dilê min welat Tavê avêt rohilat Wexta şixul û xebat

Bêjebêje © 2015-2024