a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Welat ji min ne dûr e

Welat çendî ji min dûr be ne dûr e Birîna yar çi qas kûr be ne kûr e Welato her tu eziman û zemîn î Li ku bim ez sermil barê te tûr e Li ku bim ez şivan û dilbirîn im Li ser lêvêm bi navê te bilor e Dijîm lew ra dixwazim ez bibînim Welat carek ji boy çavê min nûr e Çi qas lê kin, kirasê kevn û paçan Li ba min ew cihan û bêqisûr e Li çaran caxan(çarçove) welato tu dinalî Di nêvî de li ser sukra min şûr e Welato ez ji boy te Dibirîn im Helbestên xwe li ser dibêjim, dixwînim Li derdî de ji şûr tûjtir dibînim Jiyana min bêy te her tim tenûr e Gotin: Dilbirîn Awaz: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024