a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Wele govend ranabe

Wele govend ranabe Bîle govend ranabe Xwelî li mêrê xira be Radizê şiyar nabe Radizê şiyar nabe lo lo… Rûdinê qe ranabe lo lo… Ha di cî de di cî de Mala apê Hecî de Ramûsanek bide min Di quncikê tarî de Berçem berçem diçûme Benîştê xwe dicûme Leqay dostê bûme Dost keniya pê şa bûme Vî erdî vî esmanî Çil hêstirê Qeremanî Sed kîs perê sultanî Mi qelenê te anî Mi dî li min fetilî Eynek danî xemilî Xwezî mi gewra xwe bidîta Li ser tevna ewilî Ewa hat û ewa çû Siwar hat û peya çû Çavê min bi çavê reş ket Hiş û aqil pê re çû Gotin: Dîkran Melîkyan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024