a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Were xezalê

Were Xezalê, emirê minê were Were tu rûne, bê te bêhal im .. Sêva cinetê, ava qudretê Melhema dilan, şêrîn şerbetê Were Xezalê, emirê minê were Melhema dilan, şêrîn şerbetê Axîna dikim, sebra min bi te tê Kewa gozelê, sêva cinetê Were Xezalê, emirê minê were Tu yî nûra sibê, derdê vê kulê Tu were ba min boy navê xwedê Were Xezalê, emirê min were Te ez helandim, êdî bûna me Naziya meke, ez hêviya te me Were Xezalê, emirê minê were

Bêjebêje © 2015-2024