a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Wey lo li min

Wey lo li min, wey lo li min Wey lo li min, emirê mino Wey lo li min, wey lo li min Wey lo li min, mala mino Wey lo li min, wey lo li min Wan çavê reş, birihê mezin Bejina zirav, bi çûn û hatin Wey lo li min, mala mino Wey lo li min, emirê mino Serê sibê xatir bixwazin Dilê şikestî, bi kul û gazin Wê şev werin, nikarin razin Wey lo li min, emirê mino Tê bîra te, li nava baxan Wê mijûliyên, bi xweşî hêjan Çend(gelek) sozê me bi hev re man Wey lo li min, emirê mino Ev çend sal e, li xerîbiyê Min pir kişand, ezyetiyê Ji ber destê vê hêwiyê Wey lo li min, emirê mino Tehmûl nakim, xwedîtiyê Bar giran e, zehmetiyê Bûn hêlîna nexweşiyê Wey lo li min, emirê mino Wey lo li min, mala mino Ez dilxweş im, ji vê hêviyê Ku ez herim, çol beriyê Wek xezala pez koviyê Wey lo li min, emirê mino Gotin: Feyroşahê Haco Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024