a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Xanimê

Xanimê lê xanimê Bûka mala bavê minê Çîçekê rewşa dinê Tu soz nedî yekî dinê Xanimê lê xatûnê Tu çilbiskê gulavdûnê Kerem ke were rûnê Agir deyne ser qelûnê Xanimê lê xanimê Bûka mala bavê minê Çîçekê rewşa dinê Tu soz nedî yekî dinê Xanimki bi lome ye Bi şev û bi ro mala me ye Qisûrek lê tune ye Gotina wê bi mene ye Xanimê lê xanimê Bûka mala bavê minê Çîçekê rewşa dinê Tu soz nedî yekî dinê Xanimê dinya dem e Ne mi derd e ne mi xem e Ez heyiriyê bejna te me Wez aşiqê çavê te me Xanimê lê xanimê Bûka mala bavê minê Çîçekê rewşa dinê Tu soz nedî yekî dinê Him gul î him sosin î Bi xizêma zerbazin î Bimirî bijî tu a min î Bûka mala bavê min î Xanimê lê xanimê Bûka mala bavê minê Çîçekê rewşa dinê Tu soz nedî yekî dinê Xanimê lê hurmetê Tu li dîlanê, tu li dawetê Vê kêfê vê şawetê Sebra min bi navê te tê Xanimê lê xanimê Bûka mala bavê minê Çîçekê rewşa dinê Tu soz nedî yekî dinê

Bêjebêje © 2015-2024