a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Xefûrê bira

Em te bîr nakim ax Xefûrê bira Nav dilê me dayî wek rohnî wek çira Dûr ketî ji dê û bav û xwişk û bira Bûy şehîdê welat ji boy gelê xwe re Tu şehîd ketî boy welatê xwe Çiyayê Kurdistanê av de bi xwîna xwe Tu bi nav û deng bûyî nav gelê xwe Bûy xelatek mezin ji boy dîroka xwe Tu ciwan bûyî lê bican bûyî Nav dost û hevalan wek bira bûyî Nav gelê xwe û xerîb û xurbeta Tu hatî hezkirin û birûmet bûyî Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024