Aram Tigran
Xemilî zozan
Xemilî zozan û min re keniyan
Tavê ezmanan, şewqa xwe dayê [x2]
Gulê gazîkir, min hate manya
Ez dikim herim yar bi min re nayê [x2]
Kanî xulxulîn, orta çiyan de
Dunya bû zaynet û textê şahiyê [x2]
Dikim ku herim tebyeta seyra
Ez dikim herim yar bi min re nayê [x2]
Yara min bedew, nola van gulan
Kîjan rewş daye, emrê dunyayê [x2]
Gul gelek hene, çav reşa dila
Ez dikim herim yar bi min re nayê [x2]