a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Xezal

Were xezalê, emrê min î were Sosin vebûne, êdî bihar e Were xezalê, emrê min were Sêva cinetê, baxê qudretê Melhema dila, şîrîn şerbet e Were xezalê, emrê min î were Sosin vebûne, êdî bihar e Were xezalê, emrê min were Axîna dikim, heyfa min li te tê Kewa gozelê, leyla cinetê Were xezalê, emrê min î were Sosin vebûne, êdî bihar e Were xezalê, emrê min were Tu nûra sibê, derdê vê qulbê Tu were ba min, bûy navê Xwedê Were xezalê, emrê min î were Sosin vebûne, êdî bihar e Were xezalê, emrê min were Te ez helandim, êdî gune me Naziya neke, ez li hêviya te me Were xezalê, emrê min î were Sosin vebûne, êdî bihar e Were xezalê, emrê min were

Bêjebêje © 2015-2024