a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Xwezil dîsa zar bûma

Sibê zû şiyar bûma Pêxas û bê şal bûma Lingterikî, lêvên ziha Xwezil dîsa zar bûma Çewa berx bê zar bûma Bê mal û bê par bûma Rihî sade, dilî can Xwezil dîsa zar bûma Sibê zû şiyar bûma Pêxas û bê şal bûma Lingterikî, lêvên ziha Xwezil dîsa zar bûma Li bin kon star bûma Li çahişmê kal bûma Por ritilî kiras caw Xwezil dîsa zar bûma Sibê zû şiyar bûma Pêxas û bê şal bûma Lingterikî, lêvên ziha Xwezil dîsa zar bûma Hespê komeyt siyar bûma Ji çiyê ber war bûma Bimama bê deng û nav Her tek tenê zar bûma Sibê zû ve şiyar bûma Pêxas û bê şal bûma Lingterikî, lêvên ziha Xwezil dîsa zar bûma Gotin: Prof.Dr. Seîdê Îbo Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024