Aram Tigran
Xweziya min bi hayastanê
Tew tew gidî lê canê
Xweziya min bi Hayastanê
Havînê zivistanê
Ti li kêfê û dîlanê
Hayastan deşt û çiya
Xemilî ji gul û giya
Beirîn ket berx û miya
Pez hatin ser bêriya
Tew tew gidî lê canê
Bajarê Êrîvanê
Havînê zivistanê
Şixul kar hela danê
Şixulkaran şixulîn
Av û kanî xulxulîn
Bax û baxçe milmilîn
Hayastan nû kemilî
Gotin: Dîkran Melîkiyan
Muzîk: Aram Dîkran