a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Yar bi min re nayê

Xemilî zozan û min ra keniya Tavê ezmana rewşa xwe dayê Gulê gazî kir min hate manya Ez dikim herim yar mi ra nayê Kanî xulxulî orta çiya ra Dinê bû zeynet û textê şayê Dikim ku herim tebiyetê seyra Ez dikim herim yar mi ra nayê Hemû çiya şa bûn û hub û hewes Cangirî tune îro li dinyayê Hemû ciya ken e bê midim ranaz Gazî me dikin yar mi ra nayê Yara min bedew nola wan gula Kîja rewş dane îro dinyayê Gul gelek hene çavreşa dila Dikim ez herim yar loma nayê

Bêjebêje © 2015-2024