Aram Tigran
Yar tu were
Yar li tebeqa duduya
Rûnişt û rabû piya
Xwîna min zû lê keliya
Dil kê min ji ber êşiya
Yar tu were vî banî
Dost tu were vî banî
Min nîşaniya te anî
Xwezla min a bi wê hingê
Te dest avêt bêjingê
Min dest avête tivingê
Bi hev ra çûne zivingê
Yar tu were vî banî
Dost tu were vî banî
Min nîşaniya te anî
Yara min sekinî li pê ye
Çi bejnek zirav lê ye
Yar tu were mala me ye
Berê derî bi quble ye
Yar tu were vî banî
Dost tu were vî banî
Min nîşaniya te anî
Yara min tê ji bostanê
Şara sor bi fîstanê
Şara sor bi fîstanê
Pê ra ketime seyranê
Yar tu were vî banî
Dost tu were vî banî
Min nîşaniya te anî