a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Yar were

Yar were tu xwe ji min dûr neke Zû bi zû mi ji bîra meke Sebra dilê xwe ji mi re veke Eşiqa dilê mi xera neke Çavê min li keçika han e Keç sekinî li ser ban e Yar were tu meke van xema Tu hizkirî her du dema Lê lê bedewê nav Helîmê Xeberxweşê zarşêrînê Delala min ew kolxozvan e Ew kulîlka nav baxan e Ax lê lê, kewê dêmqemerê Tu nesekine tu wê derê De tu were biska zû zû şe ke Çava kil de, nola berê Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024