a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Yara min a bedew e

Yara min a bedew e Çavreş e singsedef e Yar ez wa nakim Memê narîn wisan in Mîna sêv û hirmiyan in Agirê dilê min vesîne De tu were ba min Yara min a bilind e Çavreşê gula gund e Yar ez wa nakim Biriyê Narê qeytan e Eniya gever meydan e Agirê dilê min vesîne De tu were ba min Yara min a pêşeng e Şara serî heftreng e Yar ez wa nakim Dêmê Narê sorgulî Kesk û sor da xemilî Agirê dilê min vesîne De tu were ba min De tu rabe were li ba min Te ez bûy xwe helandim Yar ez wa nakim Qeşeng çavreş bedewê Porsorê pencê tavê Agirê dilê min vesîne De tu were ba min Wez nexweşê ber hal im De tu were ber bala min Yar ez wa nakim Derdê dil da dinalim Gul sosina dewran im Agirê dilê min vesîne De tu were ba min Gazî dikim deng nakî Derd û kula tev radikî Yar ez wa nakim Nazdarê naziya neke Soz qirarê me yek e Agirê dilê min vesîne De tu were ba min Delala min çima ditirsî Ne wez xort im tu qîz î Yar ez wa nakim Wexta daweta me ye Dinya alem şade ye Agirê dilê min vesîne De tu were ba min Gotin û Muzîk: Îşxanê Aslan

Bêjebêje © 2015-2024