a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Yara rez

Yar yar û yara rez Dido hatin bi lez û lez Yek çaçan e, yek çerkez lo Yek rezvan e, çû ber rez Yar yara Boşatî Bejn û bala şimşatî Serî zêrê reşatî lo Li ser çavê min hatî Yar yar û yara rez Dido hatin bi lez û lez Yek çaçan e, yek çerkez lo Yek rezvan e, çû ber rez Yar yara Zinzinî Dest û milê bazinî Tu bi xizêma mezin î lo Bimirî bijî a min î Yar yar û yara rez Dido hatin bi lez û lez Yek çaçan e, yek çerkez lo Yek rezvan e, çû ber rez Yara min çi biçûk e Hine li dest û neynûk e Kî çi zane ku bûk e lo Xelqê ji tirê zarok e Yar yar û yara rez Dido hatin bi lez û lez Yek çaçan e, yek çerkez lo Yek rezvan e, çû ber rez Yar yara Hundirfî Tu li serî şar û kofî Çi bitirsî bi xof î lo Bextê min ra bûy sofî Yar yar û yara rez Dido hatin bi lez û lez Yek çaçan e, yek çerkez lo Yek rezvan e, çû ber rez Gotin: Dîkran Melîkyan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024