a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Zirav û şêrînê

Gewra zer û sorê, bisk û gulî morê Rîhan û bi xorê, dev û lêv ji xwînê (Koro) Zirav û şêrînê, xweş û hingivînê Tama wê dimînê, sed sal e dijînê Serbest û cihanê, jîr û çil zimanê Ser sera gulanê, kuştim bo wê dînê Mizgînek dide min, hêja ye zeriya min Her roj dihat ba min, serbest çûm civînê Delalê mêvanê, bi nav û nîşanê Dermanê min zanê, tu ji min re bînê Ez Keleş im zanim, ez boy te derman im Bi nav û nîşan im, li ser rûyê jînê Gotin: Seydayê Keleş Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024