the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Argeş Ararat

Dayê

Min dixwest Îşev bibim mêvanê xewn a te ya şêrin Birînên dilê tal Zarokîya xwe bi xemlînin dayê Bêkesî ya te Bi kenê zarokîya xwe şa bikim dayê Ber agirê çîyakî me Nav xewn a azadîyê de me Hesreta te şîn bû dayê Di nav pêtên şoreşê de Dayê, cana min dayê! Jana emrê min dayê Derîyê xewnên xwe veke Îşev mêvan im dayê! Lori lori ji min re bêje dayê! Dergûş a min bihejîne dayê… Pora min dilê min miz bide Hemêz bike delalê xwe dayê!

Bêjebêje © 2015-2024