the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Arhat

Gula Sor

Bihar li me derket Gulê sor pê ra ne Dor çem û kaniya da Jiyan û rih dane Min ji gulê pirs kir Dengê te çima hane? Go bira min bi xwîna şehîdan av dane Min je gule pirskir Rengê te çima hane? Go bira min bi xwîna şehidan av dane Gulê gulê gulê gula bihar e Gulê gulê gulê gula meha adarê Kesk û zer bi te ra Xemla dayikanî Kesk û zer bi te ra Ala kurdanû Wa şîn dibe li serê çiya Nav merg û zozana Dibîne şahî dibe Rih û Mazlûm û Egîdan Dibîne baxçê Zîn û Memê Alan Dimirin ji destê wan Bekoyê Ewane Dibîne baxçê Zîn û Memê Alan Dimirin ji destê wan cehş û nezanan (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024