Armanc
Em Hene
Ey ewrên ku reş û tarî êdî şewqa xwe ji me re veke
Em xwedî mafin mirovin bi hêvî û semiyan in
Çerxa felek li me zivirî ketine nav şîn û girî
Lê keç û xortên me rabûn rûyê te yî reş diçirîn
Dîroka qenc ji me dûr ket lê şopên me her zêrîn bû
Rûyê aso û asîman li hember wê bêdeng dibû
Çi xumxum û keferatin dihejin ji ber lingê me
Hersî rengê me gîhan hev serkeftine ji bo gelê me
Her salek ku sed û yek be em tucar bernadin dozê
Şoreşger awir bi xençerin azadî ji bo me her sozê
Bindestî ne barê me ye rakin zorderya sedsala
Heger ceng be fermo werin ger aşitî bê em hene