Armanc
Jan
Were yarê li hêvya te me dilê min pir bi kul û xem e wî
Xûrbetî ne karê me ye mam bi hisreta dîtna te ye wî
Jan û birîn bûm dilbirîn evîn xweş e bi te re evîn wî
Were em destê hev bigrin şa bin warê xwe yî şêrîn wî
Wa ye li me çû dem û dewran ne kêf maye ne jî seyran wî
Halê xerîb yê xerab e li van deran û li her deran wî
Car caran ji xwere bîne bîra xwe roj ên em ketîne dilê hev wî
Ma çewa têne ji bîr kirin ne bayê li ber baranê ye wî