the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Armanc

Newroz

Adar e adar e ev heyv ev newroza meye Xweş cejn û sersal e belê ev dîlana meye Cejna gelê arî newroz li me hemûya pîroz be Welat bihar e û şîn e newroz doza me ye Her sal weke îro em ê newrozê pîroz kin Bîhna gula difirîne eva cejna me ye Li deşt û zozana rabin agirê xwe pêxin Dilê dosta şad bikin agir bi neyar xin Li çîya û li zinara ala xwe bilind kin Xwedî sazin ser firaz in newroz dilê me ye Keç û xort rabin govendê ew rûmeta me ye Bi çepik û lîlandinê newroz li hêvya me ye Li dor Dîcle li dor Ferat li Xabûr û Aras Govend bigerînin herdem newroz cejna me ye Gelê kurd û arî rabin tevgerê bilind kin Şahî û dîlana me ye roj newroza me ye Em sond dixwin bi peyman be bi gurzê rustem be Bi çakûçê kawa be ev newroza me ye Ev dîrok û destane şoreşa gelan e Ta azadî ser firazî newroz şerê me ye Me ev agir ji nû ve gurkir Mazlûm rê nîşan kir Ew bûye Kawa yê hemdem newroz rîya me ye Canê ciwan me feda kir li herderê bang kir Em bernadin tekoşînê newroz doza me ye Ew bûye mîlada kurda roja nû ya me ye Bist û yekê adarê newroz cejna me ye Stran û lîlandin çepik hemî şahiya me ye Pîroz kirina newrozê serkeftina me ye Were em bang li we dikin newroz serhildan e Destpêka biharê îro newroz gula me ye Bi hevre dengek bankin dilê dosta şa kin Cejna me pîroz e îro newroz e newroz e

Bêjebêje © 2015-2024