the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Armanc

Perîşan

Dijmin em birin zor li me kirin Em jî nezan bûn ser wek kevirin Em wenda kirin kirin tar û mar Welat ji me girtin em kirin neyar Em dan girêdan oy oy bi qeyd û zincîr Em bûn perîşan bê zar û ziman Rez û baxên me tev bê xwedî man Lê me bi dest ê xwe heqê xwe berda bira Me dil tijî kir ji van kul û derda Wana bira man em kirin perîşan Dilê min bese bêje kî guh dide te Tevde bûne xwîn cerg û dilê te Pir ciwan me da lê ne tu tenê ye Qeyd û zincîr avêtine sutûwê me Ez dikim qêrîn oy oy êdî em rabin Vaye êdî rabûn rûpelekî nû Jiyanekî bi wate tê afirandin Destana derwêşê Evdî ji nû ve tê şîrovekirin bira De binêrin îro keç û xortên me bi yek armanc û bi yek Helwestî li ser çiyayên Kurdîstanê ne Wana bira man, em bûne feqîr Helbest Xwendin: Beyto Can

Bêjebêje © 2015-2024