the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Armanc

Quling

Xurmîna pezakovî tê li ber daran Xweş qebqeba kewê nêr e li ser latan Ba yê xweş tê sergerm e çeleng e Dijmin ji ber wî dihejin wek min çil piyê dara Li jor tê dengê qulingê per şikestî Rê winda ye şop û rêç lê bûne leylan Ji refê xwe mayi ye ev qulingê bextreş Wek min dil bi kul û derd e bê guman Ev quling qulingê welatê me yê jor Lîs û hêlîn dijminan tev kirine wêran Qulingê me warê xwe berda ye neçar Nema karî vegerê wek mirovê bêgam Neçîrvanê mêrkuj devê tifinga xwe Daye pêsîra qulingê min heywax limin Li jêr û li jor li rast û li çep hawêr Têne qulingê min bi qêrên û halan Li jor tê dengê qulingê per şikestî Rê winda ye şop û rêç lê bûne leylan Ji refê xwe maye ev qulingê bextreş Wek min dil bi kul û derd e bê guman Ev quling qulingê welatê me ê jor Lîs û hêlîn dijminan tev kirine wêran Qulingê me warê xwe berda ye neçar Nema karî veger e wek mirovê bêgam

Bêjebêje © 2015-2024