the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Armanc

Şehîd

Hûn diçin rojên azadî li hêvya me ne We keda xwe kiriye nav Em nahêlin Hûn biçin Ew dilê weyî pola di dilê mede dijî Ew hêviya we di nav xwîna me da Hûn diçin Em nahêlin hûn biçin Em we ji bîr nakin Rê ya we bi gul û sosinan tê xemilandin Gora we bibe gulîstan Hûn diçin bilind dibin ber bi ezmanê şîn ve Li ser ewrên bîn û bereket Li ser welatê me kurdîstan Hûn diçin Emê tu dema we ji bîr nekin lehengên me nayên ji bîr kirin Em nahêlin hûn biçin Em ji were dibêjin hûn bi xêr û selamet Rûmetê gelên me şehîdên me ne Hûn diçin Em nahêlin hûn biçin Em we ji bîr nakin Rêya we bi gul û sosinan bê xemilandin Gora we bibe gulîstan Hûn diçin bilind dibin ber bi ezmanê şîn ve Li ser ewrên bîn û bereket Li ser welatê me kurdîstan

Bêjebêje © 2015-2024