the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Armanc

Were Yarê

Pelê dara min weşiya hêstrê çava pêr meşiya Dil tenik e dil nazik e xunav girtî li ser sînga yar Were yarê were rindê were canê li hêvya te me Were canê ez bi qurbanê tu çi dixwazê ruh û canê Dermanê min evîna te çav zûwa bûn li hêvya te Were yarê were rindê were canê li hêvya te me Keziyê te ji hirya berxa bejna te ji dara merxa Dibêjin mar pir xayîn e ew ji ber te dil bi rahmîn e Were yarê were rindê were canê li hêvya te me

Bêjebêje © 2015-2024