the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aryas Javan

Çarenûs

Min gullêkî sîs û jakawim wicudim perrperre Çerxî sipleş bulbulêke û her weku xoy dill terre Toş hawdestî çarenûsî û bo nemanim hewlte Êwe dûn û min yekêkim, key ewe resmî şerre Dujminî wek tom nedîwe, pirr be dill xoşim dewêy Qestî giyanîşit eger bê, her belam da têperre Çaweket celadme û pirçit tenafî gerdinim Bote sêdarey min, ew bejney, deyangût dillbere Mergî min ke zor lemêje bote awatî dillit Min demrim û toş be ahengî nemanim hellperre

Bêjebêje © 2015-2024