Asa Evdal
Bejnê
Çil bejnîka lê hatibû derda
Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê
Çil xopanî lê hatibû derda
Lê gelo zeryam ji mala kê
Wez biçûk bûm lê rabûm berda
Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê
Wez biçûk bûm lê rabûm berda
Lê gelo zeryam ji mala kê
Min vê bejnê lê xweş xeberda
Lê bejnê, bejnê, lê bejna kê
Min vê bejnê lê têr xeberda
Lê gelo zeryam ji mala kê
Min sê peya lê deştê dîne
Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê
Min sê peya lê deştê dîne
Lê gelo zeryam ji mala kê
Papax reşa lê ecemî ne
Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê
Papax reşa lê ecemî ne
Lê gelo zeryam ji mala kê
Tivingê milê wan eynelî ne
Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê
Tivingê milê wan eynelî ne
Lê gelo zeryam ji mala kê
Çil bejnîka lê hatibû derda
Lê bejnê, lê bejnê, lê bejna kê
Çil xopanî lê hatibû derda
Lê gelo zeryam ji mala kê